İbrahim Atmaca
07 Nîsan 2020•Rojanekirin: 07 Nîsan 2020
Li Japonyayê hikûmeta Serokwezîr Abe Şînzo diyar kir, ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) Tokyo û Osaka jî tê da li 7 eyaletan mehekê rewşa derasayî (OHAL) wê were sepandin.
Serokwezîr Abe diyar kir ku wan li ser pêşniyaza komîteya şêwirmendan ev biryar da.
Abe diyar kir ku li metropola Tokyoyê, li Osaka, Çîba, Kanagawa, Hyogo, Saitama û Fukuokayê heta 6ê gulanê OHAL hat îlankirin û ji bo sepandina şertên OHALê wan raye da hikûmetên herêmî.
Tê payîn ku Abe civîna çapemeniyê li dar bixe û şertên OHALê ji gel ra bêje.