Türkan Tosun
18 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd 19) ketin ji milyonek û 646 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê hejmara pêketiyan derkete milyonek û 646 hezar û 896an.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî derkete 39 hezar û 622yan.
Heta niha herî zêde li Afrîkaya Başûr meriv ji ber vîrusê mirin, li Afrîkaya Başûr 18 hezar û 408 kes, li Misrê 6 hezar û 109 kes, li Fasê jî 2 hezar û 878 kes mirin.
Li Morîtyusê nexweşên bi vîrusê ketine tunin, li Seyşel û Ertîreyê jî hetanî nika kes ji ber vîrusê nemir.
Li Afrîkaya Başûr 702 hezar û 131 kes, li Fasê 170 hezar û 911 kes, li Misirê jî 105 hezar û 297 kes bi vîrusê ketin.
Li Afrîkayê milyonek û 352 hezar û 639 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.