Elif Irmak
30 Gulan 2020•Rojanekirin: 31 Gulan 2020
Li Amerîkayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 1182 zêde bû û derket 103 hezar û 379an.
Welatê ku herî zêde mirov lê ji ber Kovîd-19ê mirin Amerîka ye.
Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên rojane yên der barê herêm û welatên ku lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike li Amerîkayê jimara pêketiyên vîrusê di 24 saetên dawîn da 22 hezar û 612 zêde bû û derket milyonek û 770 hezar û 330 kesî.
Li welêt jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da mirin jî 1182 zêde bû û derket 103 hezar û 379 kesan.
Piştî Amerîkayê bi 438 hezar û 812 waqieyan va Brezîlya, 387 hezar û 623 waqieyan va Rûsya û 284 hezar û 986 waqieyan va Îspanya tê.
- Navenda şewbê New York
ji aliyê din va li Amerîkayê herêma ku herî zêde ma bin tesîra şewbê da New York e.
Li eyaletê heta niha 376 hezar û 309 waqie hatin dîtin, 29 hezar û 653 kes mirin.
Li Amerîkayê heta niha 16 milyon û 350 hezar test hatin kirin, jimara başbûyiyan jî nêzî 500 hezarî bû.