VIYANA
Li Viyanayê girseyeke bi qasî 7 hezar kesî li hev civiya û tevgera PEGÎDAyê ya ku dijî îslam û pebaneberan e protesto kir.
Li paytext Viyanayê Ewropayiyên Niştimanperwer ên li Dijî Îslambûna Rojavayê ne (PEGÎDA) û komên ku xwe li dijî PEGÎDAyê bi nav dikin çalakî li dar xistin.
Qasî 7 hezar mirovên ku li dijî PEGÎDAyê ne, li Qada Museumquartîerê li hev civiyan û diruşmeyên "Ji PEGÎDAyê re na, penaber û misilman hûn bi xêr hatin", "nijadperestiya li hember misilmantiyê re na", "ji nijadperestiyê û tundiyê re na" berz kirin.
Qasî 300 alîgirên PEGÎDAyê jî di bin kontrola polêsan de çalakî li dar xistin. Alîgir bi alayên li ser "Îslamîbûna Ewropayê bidin sekinandin" nivîsandî ve meşiyan.
- "Misilman perçeyeke Awistiryayê ne"
Serokê Federasyona Îslamê yê Viyanayê Muhammed Turhanê ku beşdarî çalakiya li dijî PEGÎDAyê bû ji nûçegihanê AA re daxuyand ku Îslam rastiyeke Awistiryayê ya 100 salan e û misilman bi salan e li vir dijîn.
Turhan wiha got: "Me îro dersek da PEGÎDAyê. Me bi tevgera biratiyê ve nîşan da ku li Awistiryayê tevgerên wiha nikarin bi cih bibîn. Misilman perçeyekî Awisturyayê ne. Em ê vê rastiyê her tim bibêjin"