30 Hezîran 2016•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2016
VIYANA
Alîgirên PKKya rêxistina terorê li Viyanaya paytextê Awistiryayê raserî Ofîsa Nasandinê ya Tûrîzm û Çandê ya girêdayî Balyozxaneya Viyanayê ya Tirkiyeyê kirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin jineke ku wekî mişterî hat derî da vekirin û ji pişt wî ve bi qasî 10 kesî sempatîzanên PKKyê hatin ofîsa li Qada Stefanplatzê ya li navenda Viyanayê û peywirdar derxistin derve. Sempatîzanên PKKyê derî girtin û pakêtên ku tê de broşurên ku qala potansiyela tûrîzmê ya Tirkiyeyê dikin hene tehrîb kirin. Komê ji pencereya ofîsê propagandaya rêxistina terorê kir.
Komê bi qasî 20 deqîqeyî di lehê PKKya rêxistina terorê de dirûşme berz kirin û ji ber ku xeber dan polêsan ji cihê bûyerê reviyan.
Hasan Goguşê Balyozê Awistiryayê yê Tirkiyeyê hat cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Goguş ji nûçegihanê AAyê re axivî û qal kir ku bi qasî 10 kesî sempatîzanên PKKyê raserî ofîsa tûrîzmê ya girêdayî Balyozxaneya Viyanayê kirin û propagandaya rêxistina terorê kirin.
Goguş got ku êrîş şermezar dike û wiha axivî: "Me ji rayedaran re got ku ev yek bi awayekî eşkere îxlala Peymana Viyanayê ye, ofîsa me parçeyekî sefareta me ye û me xwest ku berpirsyar demildest bên darizandin û li hemû nûnertiyên me bergiriyên ewlehiyê bên zêdekirin."
Goguş bi bîr xist ku di mijara PKK rêxistineke terorê ye û divê li kolanên Viyanayê propagandaya terorê nekin de gelek caran serî li meqamên eleqedar dan.
Hat ragihandin ku polêsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin û ji bo ku êrîşkar bên girtin lêpirsîn dan destpêkirin.