Sayed Khodaiberdi Sadat
03 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2021
Di 24 saetên dawîn da 5 navçeyên li wîlayeta Bedexşanê ya bakurê rojhilatê Efxanistanê ne derbasî kontrola Efxanistanê bûn.
Wekîlê Şûraya Bajarê Bedexşanê Ehmed Cawîd Muceddedî daxuyanî da çapemeniyê û ragihand ku milîtanan bi hevdemî êrîşî ser navçeyên Varduç, Draîm, Tegab, Kîşîm û Tîşkanê kirin û hildan bin kontrola xwe.
Muceddedî destnîşan kir ku di encama êrîşan da kontrola 5 navçeyan ket destê Talibanê û hêzên ewlehiyê ji navçeyê vekişiyan.
Di berdewamiya daxuyaniyê da Muceddedî got ku milîtanan êrîşî ser Ragistana navçeya Bedexşanê kirin, bi ser neketin û ji herdu aliyan jî mirî û birîndar hene.
Di daxuyaniya ku Talibanê weşand da jî hat gotin ku di 24 saetên dawîn da kontrola 7 navçeyên li Bedexşanê ket destê wan.