05 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2019
ÇOBANBEY
Li navçeyên Bab û Cerablusê yên li bakurê Sûriyeyê ku di destê mixalifan da ne bi motorbisqilêtên bombebarkirî di heman demê êrîşa terorê hatin kirin û 16 sivîl birîndar bûn.
Li bakurê Sûriyeyê li beldeyên Çobanbey û Kabasînê yên navçeyên Cerablus û Babê di heman demê da 3 êrîşên terorê hatin kirin.
Di êrîşên ku bi motorbisqilêtên bombebarkirî li herêmên di destê mixalifên eskerî da ne hatin kirin da li Kabasînê 12 û li navenda Cerablusê 4 bi tevahî 16 sivîl birîndar bûn û birîndar li navendên tenduristiyê tên dermankirin.
Ji ber êrîşan li terorê xisar çêbû û hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe, lê hêzên ewlehiyê yên herêmî li ser îhtimala ku êrîş bi destê YPG/PKKya rêxistina terorê hatibin kirin disekinin.