Ahmet Furkan Mercan
13 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2025
Li peravên eyaleta Miyazakiyê ya li başûrê rojavayê Japonyayê bi mezinahiya 6,9an erdhejek pêk hat.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) erdheja ku bi mezinahiya 6,9an a li gor saeta herêmî di saet 21.19yan da li peravên Miyazakiyê pêk hat.
Erdhej 30 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) mezinahiya erdhejê wek 6,8 ragihand.
Televîzyona dewletê NHKyê ragihand ku ji bo peravên eyaletên Miyazakî û Koçiyê piştî erdhejê hişyariya "pêlên mezin" hat dayîn.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Kyodoyê jî, erdhej li eyaletên li herêma başûr a Kyuşuyê ya ku Miyazakî jî di nav da ye, hat hîskirin.