Elif Orhan
06 Îlon 2018•Rojanekirin: 06 Îlon 2018
BEXDA
Li bajarê Besrayê ya li başûrê Iraqê di xwepêşandanên ku ji ber kêmasiya xizmetên kamûyê, bêkarî û gendeliyê derketin de xwepêşandêran agir bi avahiya Şaredariya Besrayê xistin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî yên li Besrayê hatin bidestxistin komeke xwepêşandêrên ku derketin derve ji çembera hêzên ewlehiyê derbas bûn û li ber avahiya Şaredariya Besrayê civiyan. Xwepêşandêran piştî demeke kurt agir bi avahiyê xistin.

Li Besrayê duh êvarê komeke xwepêşandêran agir bi avahiya Walîtiya Besrayê xistibûn.
Duh di bûyerên ku 7 xwepêşandêr mirin û ji 40î zêdetir jî birîndar bûn de Fermandariya Operasyonên Besrayê li bajêr "qedexeya derketina derve" îlan kiribû.