Muhammet Kurşun
13 Gulan 2017•Rojanekirin: 14 Gulan 2017
MOSTAR
Li navçeya Radoca ser bi bajarê Mostarê ku dikeve başûrê Bosna Hersekê balafireke perwerdehiyê ket û 4 kesên tê de mirin.
Berpirsan diyar kir ku piştî balafir ket erdê bi temamî şewitî.
Der barê sedema ketina balafirê de jî destnîşan kirin ku hêj zanyarî bi dest neketiye lê belê mamostayek û 3 xwendekarên tê de mirin.