Burak Akay
03 Îlon 2023•Rojanekirin: 03 Îlon 2023
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê di boteke lastîkî da 34 koçberên bêdestûr hatin girtin.
Ekîbên Fermandariya Koma Egeya Bakur ya Ewlehiya Peravan agahî hildan ku li peravên Ayvacikê di boteke lastîkî da koçberên bêdestûr hene.
Ekîban bi keştiya TCSG-28an va bot dane sekinandin û 34 koçberên bêdestûr yên ji Efxanistanê girtin.
Piştî karên wan ên li ewlehiyê ekîban koçber şandin Navenda Paşveşandinê ya Biyaniyan ya Ayvacikê.