Haydar Şahin
26 Hezîran 2019•Rojanekirin: 29 Hezîran 2019
Rêxistina Koçê ya Dinyayê (IOM) diyar kir ku ji sala 2016an vir da 20 hezar koçberên ji bo ji Libyayê ra derbasî Ewropayê bibin derketin rê û li Çola Sehrayê ya Nîjerê mehsûr man xilas kirin.
Di daxuyaniya IOMê da hat destnîşankirin ku 406 kesên ji bo ser Libyayê ra derbasî Ewropayê bibin derketibûn rê û li çola Nîjerê virda bibûn di 15ê hezîranê da hatin xilaskirin.
Hat gotin ku piraniya kesên hatin xilaskirin welatiyên 14 welatên Afrîkaya Rojava yên wekî Komara Gîneyê, Malî û Perava Diranên Fîlê bûn, koçber birin navenda qebûlê, xwarin û xurek dan wan û ji bo tenduristiyê mueyene kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji nîsana 2016an vir da 20 hezar koçberên li çola Nîjerê mehsûr mabûn hatin xilaskirin.
Her sal bi hezaran kesên dixwazin ser Libyayê û Cezayirê ra derbasî Ewropayê bibin dixebitin ku ji Çola Sehrayê ra derbas bibin. Bi hezaran kes dema dixebitin ji çolê ra derbas bibin dimrin.