İbrahim Atmaca
22 Gulan 2019•Rojanekirin: 23 Gulan 2019
Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşar Esed û piştgirên wê ser cî û warên sivîlan ku di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" da ne, bi şev derengiya şevê êrîşên esmanî kirin û di êrîşê da 4 jê zarok 12 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmê hat hildan, artêşa rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan derengiya şevê êrîşa esmanî û bejahî bir ser navçeyên Marratinnûman û Xan Şêxûnê yên bajarê Îdlibê û gundên Marrithirma, el Qasabiye, Abidîn, Hîş, Kîrîsaa, Kefer Sicne û Nuqeyirê.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîl (Kumsipî) hat hildan, di êrîşên ku li ser navçeya Marratinnûmanê û gundê Marrithirmayê hatin kirin da 4 jê zarok herî kêm 12 sivîl hatin kuştin, ji 25an zêdetir sivîl birîndar bûn.
- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e.
Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Hêzên rejimê li başûrê rojhilatê Îdlibê bajaroka Sîncarê, gundên Ebu Dalî, Hîcaz, Resîm el Abît, Remle, Um Cureynê û balafirgeha Ebu Zuxurê di serê sala 2018an da bi dest xistibûn û ji aliyê başûrê rojhilatê va ketibûn nav sînorên bajarê Îdlibê.
Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Kazakistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.
Çavkaniyên parastina sivîlan (Kumsipî) destnîşan dikin ku ji 25ê nîsanê vir va di êrîşan da herî kêm 183 sivîl hatin kuştin, ji 455an zêdetir jî birîndar bûn.
Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezar û 444 sivîl ji cî warên wan kirin.
Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê va nêzî 3 hefte berê li ser "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" êrîşên berfireh dan destpêkirin û qadeke dora 100 kîlomêtreqareyî bi dest xist. Mixalifên eskerî jî ji bo ku herêmên ketine destê hêzên rejimê ji destê wan derxe, car caran operasyonan dikin.