Sevim Hatun
27 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê êrîş birin ser Yekîtiya Esnafên Tirkmen. Hat ragihandin ku di êrîşa biroket de tu kes nemir û birîndar nebû.
Nejdet Windawiyê li Navenda Polêsan a Azadî wezîfedar e ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku êrîşa biroket birin ser avahiya Yekîtiya Esnafên Tirkmen a di bin banê Eniya Tirkmen a Iraqê de ye.
Wîndawî ragihand ku êrîş ji 150 mêtre dûrî avahiyê hat kirin, herwiha di êrîşê de tu kes nemir lê xisar çêbû.
Hêzên ewlekariyê li Taxa Mûsallayê bi dorfirehî tevdîrên ewlehiyê sitandin û der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Ji ber ku rêvebiriya Herêma Kurdistana Iaqê li Kerkûkê jî referanduma nemeşrû çêkiribû, walîtiyê ji bo pêşîlêgirtina aloziyan li herêmê qedexeya derketina derva îlan kiribû.