Nuri Aydın
28 Tebax 2021•Rojanekirin: 29 Tebax 2021
Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin ji 4 milyon û 500 hezarî derbas bû.
Li gor agahiyên "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li Amerîkayê 653 hezar û 405 kes mirin. Li Brezîlyayê 578 hezar û 396 kes, li Hindistanê 437 hezar û 403 kes, li Meksîkayê 257 hezar û 150 kes, li Peruyê 198 hezar û 115 kes, li Rûsyayê 180 hezar û 840 kes, li Îngiltereyê 132 hezar û 243 kes, li Endonezyayê 131 hezar û 372 kes, li Îtalyayê 129 hezar û 2 kes, li Kolombiyayê 124 hezar û 648 kes, li Fransayê 114 hezar û 83 kes, li Arjantînê 111 hezar û 270 kes, li Îranê 105 hezar û 287 kes mirin.
Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusê mirin bû 4 milyon û 501 hezar û 270.
Li Tirkiyeyê jî hetanî 27ê tebaxê 55 hezar û 713 kes ji ber vîrusê mirin.
Li dinyayê 216 milyon û 332 hezar û 98 pêketî hatin tesbîtkirin, 193 milyon û 317 hezar û 98 pêketî jî pak bûn.
Hê dermankirina 18 milyon û 513 hezar û 591 kesî dewam dike.