İbrahim Atmaca
23 Hezîran 2020•Rojanekirin: 24 Hezîran 2020
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û belav bû, kişiya wan derket 9 milyon û 194 hezar û 445an.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 474 hezar û 503 kes ji ber vîrusê mirin û 4 milyon û 941 hezar û 653 kes jî ji vîrusê filitîn û qenc bûn.
Li seranserê dinyayê 3 milyon û 778 hezar û 289 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan dewam dike, hene. Jimara kesên ku vîrus di wan da hat tesbîtkirin jî derket 9 milyon û 194 hezar û 445an.
- Rewş herî zêde li Amerîkayê xirab e
Welatê ku mirî û kesên bi vîrusê ketine herî zêde lê heye Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusê ketine derket 2 milyon û 388 hezar û 225an û ji ber nexweşiyê heta niha 122 hezar û 611 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 50 hezarî zêdetir waqie lê hene wiha ne:
"Brezîlya (milyonek û 111 hezar û 348), Rûsya (592 hezar û 280), Hindistan (440 hezar û 685), Îngiltere (305 hezar û 289), Îspanya (293 hezar û 584), Peru (257 hezar û 447), Şîlî (246 hezar û 963), Îtalya (238 hezar û 720), Îran (207 hezar û 525), Almanya (192 hezar û 119), Tirkiye (188 hezar û 897), Meksîka (185 hezar û 122), Pakistan (185 hezar û 34), Erebistana Siûdî (161 hezar û 5), Fransa (160 hezar û 750), Bangladeş (115 hezar û 786), Kanada (101 hezar û 637), Afrîkaya Başûr (101 hezar û 590), Qeter (88 hezar û 403), Çîn (83 hezar û 418), Kolombiya (71 hezar û 183), Belçîka (60 hezar û 550), Belarûs (59 hezar û 23), Swêd (58 hezar û 932), Misir (56 hezar û 809) û Ekvador (50 hezar û 640)."
Jimara kesên ku li van welatan mirin jî wiha ne:
"Brezîlya 51 hezar û 407, Îngiltere 42 hezar û 647, Îtalya 34 hezar û 657, Fransa 29 hezar û 663, Îspanya 28 hezar û 324, Meksîka 22 hezar û 584, Hindistan 14 hezar û 15, Îran 9 hezar û 742, Belçîka 9 hezar û 696, Almanya 8 hezar û 969, Kanada 8 hezar û 436, Peru 8 hezar û 223, Rûsya 8 hezar û 206, Swêd 5 hezar û 122, Tirkiye 4 hezar û 974, Çîn 4 hezar û 634, Şîlî 4 hezar û 502, Ekvador 4 hezar û 223, Pakistan 3 hezar û 695, Kolombiya 2 hezar û 310, Misir 2 hezar û 278, Afrîkaya Başûr 1991, Bangladeş 1502, Erebistana Siûdî 1307, Belarûs 351 ve Qeter 99."