Elif Irmak
14 Gulan 2020•Rojanekirin: 14 Gulan 2020
Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 4 milyon û 400î derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên der barê waqieyên li welat û herêmên lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike li dinyayê jimara kesên ku Kovîd-19 geriyayê derket 4 milyon û 400 hezar û 900î.
Waqieyên vîrusa koronayê ya nû herî zêde li Amerîkayê hatin dîtin. Li Amerîkayê Kovîd-19 bi milyonek û 422 hezar û 164 kesî geriya.
Piştî Amerîkayê welatên ku herî zêde lê waqie hatin dîtin bi rêza va Îspanya (271 hezar û 95), Rûsya (242 hezar û 271), Îngiltere (229 hezar û 705), Îtalya (222 hezar û 104), Brezilya (180 hezar û 737), Fransa (178 hezar û 60) û Almanya (173 hezar û 824) ye.
Jimara waqieyên li Tirkiyeyê di daneyên dawîn da wekî 143 hezar û 114 hat eşkerekirin.