Ahmet Aydın
05 Îlon 2020•Rojanekirin: 06 Îlon 2020
Hejmara burcên sondajê ku li DYAyê weke rûyê endustriya neftê û di maweya kurt de jî weke nîşaneya îmalata nefta xav tên qebûlkirin, vê hefteyê 1 zêde bû.
Li gorî daneyên heftane ya Baker Hughes a şirketa xizmetê qada neftê, hejmara burcên sondajê ku li DYAyê di hefteya 28 tebax - 4 îlonê de li gorî hefteya beriya wê 1 zêde bû û gihişt 181ê.
Bi vê re hejmara burcên sondajê di salekê de 557 heb kêm bû.
Bihayê bermîla nefta xav ku roja pêncşemê bi 43,97 dolaran hat firotin, roja înê bi 42,34 dolaran bazar dît. Bihayê bermîla nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî roja înê bi 39,50 dolarî bazar girt. WTIyê roja pêncşemê bazar bi 41,37 dolarî bazar girtibû.