Emirhan Demir
16 Îlon 2026•Rojanekirin: 16 Îlon 2026
Li eyaleta Californiayê ya DYAyê, helîkoptera kanala nûçeyan NBC Newsê dema nûçe dişopand ket xwarê û di encamê da 3 kes mirin û kesek birîndar bû.
Li gorî nûçeya NBC Newsê, helîkoptera kanalê, ji bo çêkirina nûçeya qezaya otobusekê ya li bajarê Los Angelesê yê Californiayê ku tê de 2 kes mirin, rabû û piştî demekê ket xwarê.
Rayedarên îtfaiyeyê daxuyandin ku di encama qezaya helîkopterê da 3 mirin û kesek jî rakirin nexweşxaneyê.
Rayedaran destnîşan kir ku ji miriyan herî kêm kesek peyayek e ku di dema qezayê da li wê herêmê bû.
Hat ragihandin, Lijneya Ewlehiya Veguhastina Neteweyî (NTSB) û Rêveberiya Asîmangeriya Federal (FAA) jî dê tevlî lêpirsînê bibin ku dê der barê qezayê da bê destpêkirin.
Şaredara Los Angelesê Karen Bassê hem ji bo kesên di qezaya otobusê da û hem jî ji bo kesên di qezaya helîkopterê da mirin, xemgîniya xwe anî ziman.