02 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
NEW YORK
Ji 78 hezarî zêdetir kesî ji bo kampanyaya ji ser malpera înterneta Qesra Spî ya ku bila Fetullah Gulenê serkêşê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) îadeyî Tirkiyeyê bê kirin îmze dan.
Kampanyaya ku tirkên li DYAyê dijîn ji bo îadeya serkêşê FETOyê li ser malpera Qesra Spî dan destpêkirin didome.
Du hefte maye ku kampanya biqede lê heta niha 78 hezar û 800 îmze hatin avêtin û ji bo kampanya biçe serî hewcedarî bi 22 hezar îmzeyî heye. Di 17yê tîrmehê da kampanyaya "Ez dixwazim ku hikûmeta me Fetullah Gulen neparêze û teslîmî Tirkiyeyê bike."
Kesên bixwazin dikarin li ser malpera înternetê ya Qesra Spî ya bi navnîşana "petitions.whitehouse.gov"ê beşa "daxwazname" (petitions)yê tevlî kampanyayê bibin.