Eşref Musa,Ethem Emre Özcan
21 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2023
Li bajarê Dêrazorê ya li rojhilatê Sûriyeyê Erebên ku li herêmên bin dagirkeriya PKK/YPGya rêxistina da dijîn ji ber şertên jiyanê yên ku xirab bûne û gendeliya ku li herêmê herku diçe zêde dibe protesto kirin.
Li gor çavkaniyên herêmî firûnên qaşo meclisên şaredariyê yên ku PKK/YPGyê li Dêrazorê ava kirin di demên dawîn da bi diziya arvanê gendeliyeke nû li ser gendeliyên xwe zêde kir.
Qaşo meclisa PKK/YPG kalîteya nan jî xira kir û gelê herêmê bertek nîşanî vê yekê da.
Bi dehan kesên ku li çolwarê Dêrazorê li gundên Hawayîc Busama û el-Curziyê kom bûn bûyerên gendeliyê yên ku li firûnên qaşo meclisên PKK/YPGya rêxistina terorê diqewimin protesto kirin.
Gelê bi hêrs ê li gundê Curziyê lastîk şewitandin û rê girtin.
Xwepêşandêrên li gundê Hawayîc Busamayê jî bi dovîzên li serê "dev ji nanê zarokên me berdin", "nan hefteyê du rojan têrî nake" û "bila ji nelirêyan hesab bê pirsîn" protesto kirin.
Xwepêşandêran şert û mercên jiyanê yên ku xira bûne yên li herêma ku dewlemendê neftê ye jî protesto kirin û xwest ku ji kesên gendeliyê dikin hesab bê pirsîn û meclisên şaredariyê bên guhertin.
Beşa ku dimîne rojhilatê Robarê Feratê ya Dêrazorê ya ku piraniya wê ji Ereban pêk tê ji sala 2016an va di bin dagirkeriya PKK/YPGya rêxistina terorê da ye.