24 Îlon 2019•Rojanekirin: 25 Îlon 2019
Li Dêrazora bajarê Sûriyeyê rageşiya di navbera rejima Beşar Esed û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide û YPG/PKKya rêxistina terorê dewam dike.
Komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan ji bo ku hebûna xwe li navçeyê xurt bikin, hezar û 500 terorîst li xeta eniyê bi cih kirin.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî li Salihiyeya navçeya Dêrazorê ya ku li bakurê Çemê Feratê ye hefta borî li dijî komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide xwepêşan hatibûn kirin, ji wê demê vir va komên terorîst ji bo ku hebûna xwe li navçeyê xurt bikin, hezar û 500 terorîst li xeta eniyê ya li hemberî YPG/PKKyê bi cih kirin.
YPG/PKK û Amerîkaya piştgirê wê yê li qadê dixwaze komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide ji Salihiye, Huseyniye, Marra, Hatla, Şebnî, Mazlum û Kaşhamê derkevin. Ev der di bin kontrola rejimê da ne û li Dêrazorê qadên rejimê û yên di bin dagirkeriya YPG/PKKyê ji hevdu diqetîne.
Çavkaniyan got balafirên koalîsyonê ya ku serkêşiya wê Amerîka dike li navçeya Mayadînê firiyan.
- Rejimê dijî Amerîkayê belavok belav kir
Hêzên rejimê dibêjin Amerîka YPG/PKKyê gef û gur dike ku ew li hemberî wan şer bike.
Li herêmên YPG/PKKyê rejimê ji bo Ereban belavok belav kirin.
Di van belavokan da wiha hatiye nivîsandin "Li hemberî dagirkerên çavbirçî em mil bidin hev. Cihê Amerîkiyên kujer li ser vê axê tune. Ji bo ku em wan ji vê axê biqewirînin divê em bi hev ra bixebitin."
Ji gelê herêmê ra hat gotin li hemberî Amerîka û YPG/PKKyê divê bi hev ra bê tevgerîn.
- Rageşiya di navbera rejimê û YPG/PKKyê
Dema rêxistinê bangî gel kiribû ku û gotibû ew xwepêşandanê bikin rageşiya di navbera rejimê û YPG/PKKyê dest pê kiribû.
Li navçeya Salihiyê hefta borî li dijî Îranê û Esed xwepêşan çêbûbûn.
Hêzên rejimê gule berdabûn li ser xwepêşandêran 5 kes mirîbûn, 19 kes birîndar bûbûn.
- Rewşa dawîn a Dêrazorê
Rojhilata Dêrazorê ya ku ji hêla neftê va pir dewlemend e di destê YPG/PKKyê da, rojavayê wê jî di destê rejimê û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide da ye.
Rêxistin neftê didize û difroşe komên Îranî, piştgiriyê dide wan. Erebên li herêmê dijîn gelek caran ev tişt protesto kiribûn.
Balafirên koalîsyonê ya ku serkêşiya wê Amerîka dike mehên çûyî tankerên neftê yên ku ji YPG/PKKyê neftê dibin rejima Esed ji esman hedef girtibûn û dabûn sekinandin.
YPG/PKK bi piştgiriya Amerîkayê va ji sedî 70ê çavkaniyên nefta Sûriyeyê dagir kiriye.