İbrahim Atmaca
14 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2020
Li wilayeta Helmandê ku dikeve başûrê Efxanistanê, 2 firokeyên eskerî ketin û 9 kes tê da mirin.
Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand, 2 firokeyên eskerî yên tîpa "Mİ-17"ê û aîdê Hêzên Esmanî ya Efxanistanê, li Naveya navçeya Helmandê piştî ku rabûn, ketin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku firoke ji ber erizeya teknîkî ketin, di qezayê da 9 kes mirin.
Şahidan jî îdia kir ku li navçeya Naveyê du firokeyên ku eskerên birîndar hildan, piştî rabûnê li hev ketin û di qezayê da ji 10an zêdetir esker mirin.