Elif Irmak
06 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2020
Li Sar-î Pul û Belha wilayetên li bakurê efxanistanê 275 milîtanên Talîbanê çek berdan û teslîmê dewletê bûn.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Parastinê Fawad Aman daxuyanî da çapemeniyê got ku li Balhaba navçeya Sar-î Pulê 150 milîtanan çek berda û teslîmê dewletê bûn
Aman diyar kir ku di nav kesên teslîm bûn da 15 fermandarên Talîbanê jî hene.
Aman got ku ji hêla din va li Çarkenta navçeya wilayeta Belhê jî 125 milîtan teslîmê hêzên ewlehiyê bûn û milîtanên teslîm bûn teahûd kirin ku dê cardin şer nekin.
Talîbanê hê der barê mijarê da daxuyanî neda.
Di navbera heyeta Talîbanê û heyeta Efxanistanê da ji bo dawîlêanîna şerê ku çendî sal e li Efxanistanê dewam dike li Dohaya paytextê Qeterê xebat dewam dikin û balê dikşîne ku teslîmbûnên komî rastî heyameke wiha hat.