QABÎL
Hat ragihandin ku li wilayeta Nîngrahara rojhilatê Efxanistanê êrîşa xwekujiyê hat kirin û di êrîşê de 3 endazyarên tirk mirin.
Berdevkê Walitiya wilayeta Nîngraharê Ehmed Ziya Ebdûlzaî got ku endezyarên tirk di şirketeke înşaetê de dixebitîn.
Di êrîşê de endazyerekî tirk jî birîndar bû.