Bilal Güler
30 Mijdar 2022•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2022
Li Samangana wilayeta li bakurê Efxanistanê çaxa nimêja nîvro li medreseyekê teqîn çêbû û li gor agahiyên ewil herî kêm 10 feqî hatine kuştin.
Ebdul Nafî Takorê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê hikûmeta Talibanê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir li Aybeka navçeya navendî ya Samanganê çaxa nimêja nîvro li Medreseya Cîhadiyeyê teqîn çêbû.
Takor destnîşan kir ji ber teqînê herî kêm 10 feqî hatine kuştin û gelek kes birîndar bûne.
Ekîbên alîkariyê çûne ciyê bûyerê û hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.