Önder Beyter
06 Îlon 2020•Rojanekirin: 07 Îlon 2020
Li eyaleta Malukluya Bakur a Endonezyayê bi lerza 5,9an va erdhej çêbû.
Saziya Meteorolojî Avûhewa û Jeofîzîkê (BMKG) ragihand, erdheja ku navenda lerza wê 112 kîlometre li rojavayê bakurê peravên herêma Halmaheraya Rojava ya girêdayî eyaletê ye, 10 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû.
Hat destnîşankirin, erdheja ku li deverên cuda yên wekî Ternate, Sofifi, Tahuna û Manadoyê jî hat hîskirin, nebû sedema tu ziyaneke canî û malî.
Li paytextê eyaleta Malukluyê Ambonê 26ê Îlona 2019an bi lerza 6,8an erdhej çêbûbû û 39 kesan jiyana xwe ji dest dabû.