Ahmet Furkan Mercan
14 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2021
Hat ragihandin li rojhilatê Endonezyayê bi lerza 7,3yan erhej çêbû.
Li gor daneyên Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) li rojhilatê Endonezyayê bi lerza 7,3yan erhej qewimî.
Hat gotin ku li herêma Flores Island a welêt gorî saeta herêmî di 11.20î da bi qasî 18 kîlometre û nîv di bin behrê da erdhej çêbû û hişyariya tsunamiyê hat dayîn.
Berdevkê Ajansa Kêmkirina Afata Neteweyî ya Endonezyayê Evdil Muharî diyar kir ku erdhej li herêmê zêde hat hîskirin û wiha domand: "Niha der heqê zirar û ziyanê da agahî tunene lê ekîbên reaksiyonê ji bo berhevkirina agahiyan hewl didin."
Li West Sulawesiya Endonezyayê di meha rêbendanê da bi lerza 6,2yan erdhej çêbûbû û zêdetirî 100 kesî can dabûn.