Murat Temizer
07 Adar 2022•Rojanekirin: 08 Adar 2022
Li Ewropayê bihayê xaza siruştî ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê derket 322 ewroyî û rekor nû kir.
Bihayê kontratên bi wadeya nîsanê yên ku navend Hollanda di êstgeha xeyalî ya bazirganiyê xaza siruştî TTFyê da miemeleyê dibînin, roja înê serê megawatsaetê bi 192,5 ewroyî temam kiribû.
Bihayê kontratên ku îro serê megawatsaetê bi 210 ewroyî dest pê kir, li gorî bidawîbûna roja înê ji sedî 67 zêde bû û bi dema Tirkiyeyê di saet 11.30î da serê megawatsaetê derket 322 ewroyî.