Ajansa Nûçeyan a Farisî di nûçeya xwe ya ku ji Muhafizên Şoreşê girt de diyar kir ku duh li gundê Savan a Banehê di navbera artêşê û hêzên biçek de pêvçûn derket û di vê pevçûnê de 5 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Parlamenterê bajarê Sakizê yê Eyaleta Kurdistanê Mûhsîn Bîyglerî ji Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê re axivî û eşkere kir ku hêzên bi artêşê re pevçûne hêzên PJAKê nin. Leşkerên ku di pevçûnê de mirine jî vê sibehê hatin defin kirin.
Ji aliyê berpirsiyarên hikûmetê ve hêj jî tu daxuyaniyek nehat kirin.