Abdullah Tel
26 Îlon 2020•Rojanekirin: 27 Îlon 2020
Li herêma Harkova Ukraynayê hejmara kesên ji ber ketina balafira eskerî can dan derket 26an.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Ukraynayê weşand da hat gotin ku ji ber ketina balafira bi tîpa AN-26 a malê artêşa Ukraynayê ya li herêma Harkovê lêpirsîn dest pê kir.
Hat gotin di qezayê da 26 kesan can da û 2 kes jî giran birîndar in.
Servîsa Bilez a Ukraynayê di daxuyaniyên berê weşandibû da ragihand ku di qezayê da 22 kes mirin, 2 kes birîndar bûn û ji bo dîtina 4 kesên winda jî xebat tên kirin.
Saziyê di daxuyaniya ewil da hejmara kesên di balafirê da 28 dabû û paşê ev agahî rojane kir û 27 nivîsî.
- 2 kesan xwe avêtiye
Hat destnîşankirin balafir ji bo perwerdeyê firê ketibûye û tê da xwendekarên Zanîngeha Hêza Hewayî ya Harkovê hebûn.
Waliyê Harkovê Aleksey Kuçer got ku balafir dema dadiket li erdê ket û 2 kesên birîndar jî berî balafir bikeve û nêzî erdê bûye xwe ji avêtine.
Kuçer destnîşan kir berî ketinê pîlot xeber daye ku motora çepê ya balafirê naşixule lê çi hatibe serê balafirê wê piştî lêkolînê derbikeve holê.