Ecem Şahinli Ögüç
05 Adar 2025•Rojanekirin: 06 Adar 2025
Çiyayê Agirîn ê Kilaueayê yê li Hawaiiyê ku li dinyayê di nava çiyayên herî zêde lavê dipekîne da ye, ji Berfanbara 2024an vir va cara 12an lav pekand.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand ku Çiyayê Agirîn ê Kilaueayê li gorî saeta herêmî di 07.30î da teqiya.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku çiyayê agirîn li gorî saeta herêmî di 14.00î da lav pekand û lavên wê di navbera 45 û 60 mêtreyî da bilindî hewa bû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku çiyayê agirîn timî di nav xwe da dişewite, lê ji bo niştewarên derdora xwe talûkeya wê tuneye.
Kilaueaya ku li dinyayê di nava çiyayên herî zêde lavê dipekîne da ye, ji 1983yan vir va car bi car diteqe.