CÎDDE
Wezîrê Hecê yê Erebistana Siûdî Bender el-Haccar got ku di heyema hecê de dê ji bo xwepêşandanên polîtîk destûr neyê dayîn.
Haccar daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Erebistana Siûdî di vê babetê de agahiyê dide mislimanên cîhanê û dibêje ku di serdema Hecê de bi tu awayî ji xwepêşaneke polîtîk re destûr neyê dayîn."
Wezîr Haccar bi bîr xist ku Erebistana Siûdî ji bo ku ev rêz û rêçik bi cih bên bi hemû welatan re peyman îmze kiriye.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku koma yekem ya heciyan dê di 22ê tebaxê de werin welêt.