Eşref Musa,Mehmet Burak Karacaoğlu
11 Nîsan 2022•Rojanekirin: 12 Nîsan 2022
Li Heleba navçeya Sûriyeyê hêzên rejima Beşar Esed hin herêman dorpêç kirine ku YPG/PKKya rêxistina terorê jî li hemberî vê li navenda Hesiçyayê û navçeya Qamişloyê hêzên rejimê dorpêç kir.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê li çavkaniyên herêmî bi dest xist, hêzên rejima Esed di 7ê nîsanê da taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê yên di bin dagirkariya terorîstên YPG/PKKyî da ye dorpêç kirin.
Li ser vê YPG/PKKyê jî hêzên rejimê yên li navenda Hesiçyayê û navçeya Qamişloyê dorpêç kir.
Hêzên rejimê 5 roj e destûrê nadin ku ard, xurek, derman û sotemenî bigîhîje taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê.
YPG/PKKyê jî li dijî vê hejmara hêzên xwe li van deran zêde kir û bi ser da hemû rêyên digîhêjin navenda Hesiçya û navçeya Qamişloyê girt.
Bi vî awayî YPG/PKKyê dora hêzên rejimê yên li herêmê girt û nahêle ard jî bikeve Hesiçya û Qamişloyê.
Ji ber ku rejima Esed û PKK li van deran dijî hev dorpêçiyê didomînin li herêmê kêmasiya nan û xwarinê çêbûye.
Dorpêçiya wan a li hemberî hev li Heleb û Hesiçyayê di 28ê Çileya Pêşîn a 2020î da dest p kiribû û mekeh şûnda jî dewam kiribû. Paşê Rûsya ketibû navberê û li hev kiribûn ku ew ê dorpêçkirinê rakin.
Li gor lihevkirinê YPG/PKKyê destûr dabû ku çûyîn û hatina herêmên Hesiçya û Qamiloyê dest pê bike.
Rejimê jî destûr dabû ku çûyîn û hatina taxa Şêx Mehmûdê ya Helebê û Til Rifetê çêbibe.