İbrahim Atmaca,Önder Beyter
18 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
SILÊMANÎ
Karmendên Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê û yên navçeyên der û dorê ji bo protestokirina nedayîna mehaneyan û gendeliya saziyên qamûyê xwepêşandan li dar xistin.
Pêşiyê mamoste li ber avahiya Midûriya Perwerdeyê ya li Silêmaniyê civiyan û piştra di demeke kin da karmendên din û welatiyan jî piştgirî da û çalakî veguherî xwepêşandaneke girseyî.
Girseyê li dijî Herêma Kurdistana Iraqê û li dijî hikûmeta navendî ya Iraqê dirûşm berz kirin û ji ber avahiya Midûriya Perwerdeyê ber bi meydana navenda bajêr meşiya. JI ber ku "qeyrana mehaneyan" heye û ev 3 sal in mehane tên birîn, girseyê xwest ku ji bo vê çareserî were dîtin.
Digel mamosteyan mela, polês û ji her saziyan karkerên dewletê beşdarî xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê da pankart hatin vekirin û li ser pankartan nivîsên wek "Êdî Bes e", "Gendelî û diziya ku 26 sal in didome bira bidawî were", "Kesên ku gendelî kirine divê werin darizandin" û "Mehaneyên mamoste û karmendan li ku ye" hatibûn nivîsandin.
Xwepêşandêrekî bi navê Sadiq Omer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji hikûmetê daxwaza me ew e ku rewşa mamoste û hemû karmendan were başkirin û mehane werin dayîn. Êdî taqeta me nema ku em li ber xwe bidin."
Tevdîrên ewlehiyê hatin hildan, lê wek xwepêşandanên berê polês tevlî xwepêşandêran nebûn.
Welatiyên ku xwestin qeyrana meaş û gendeliya di dem û dezgehên hukmî da protesto bikin, li Silêmanî û Helebce û herwiha li navçeyên wekî Çemçemal, Kelar, Ranya û Seyîd Sadiq xwepêşandan li dar xistin.
Li bajarê Silêmaniyê yê ku Tevgera Goran û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê lê bihêz in, protesto tên kirin, lêbelê li bajarên wekî Hewlêr û Duhokê yên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bihêz e jî tu xwepêşandan nayên lidarxistin.
- Qeyrana aboriyê ya li Herêma Kurdistanê
Li Herêmê ji sala 2014an vir va qeyrana aboriyê heye. Li gorî destûra Iraqê, para rêveberiya Hewlêrê ya ji dahata nefta welat ji sedî 17 e. Lêbelê Nûrî El Malîkî di heyama serokwezîriya xwe da ji ber hinceta ku Herêma Kurdistan bi serê xwe neftê difiroşe, pişka Hewlêrê ya budçeyê di 2014an da birîbû. Piştra di serdema serokwezîriya Ebadî da jî hikûmet kêmasiya budçeyê dike hincet û qismekî hindik ê para Herêmê dişîne.
Qeyrana aboriyê ya ku bi birîna pişka budçeyê va dest pê kir, ji ber êrişên rêxistina terorî DEAŞê û şikestina bihayê neftê her ku çû kûrtir bû.
Li gorî daneyên fermî yên rêveberiya Hewlêrê, nêzîkî milyonek û 400 hezar karmend ji hikûmeta Herêmê meaş werdigire.