Hemn Baban
20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
HEWLÊR
Serokê Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan Ziya Petrus Sleve diyar kir ku milyonek û 460 hezar penaberên herêmên din ên Iraqê li Herêma Kurdistanê hene.
Ji bo Roja Penaberên Cîhanî li otêleke Hewlêrê konferansek ji aliyê Rêxistina Bihawaçûna Neteweyî ya Norweçê (PAO) hat lidarxistin û gelek penaber digel saziyên arîkariyê beşdar bûn.
Berpirsê Rêxistina Bihawaçûna Neteweyî ya Norweçê (PAO) Hogir Çeto, der barê jimar û nijada penaberan de agahî dan û destnîşan kir ku nêzîkî nîv milyon însanî di 5 salên dawiyê de xwe sipartiye Herêma Kurdistanê. Yên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine qeydkirin jî 219 hezar û 468 in.
Ev jî li Dihokê 81 hezar û 24, Hewlêr 109 hezar û 149, Silêmanî jî 29 hezar û 295 kes in. Hin ji van li nav bajaran hin jî li kampan hatine bicihkirin. Herwiha li Kerkûkê jî 813 malbat hene.
Serokê Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan Ziya Petrus Sleve jî anî ziman ku li dinyayê 65 milyon û 600 penaber hene. Ji van sedî 51 li welatên erebî ne. Penaber ji sedî 54 zarok in û 100 hezar zarok jî bê dayik û bav in.
Sleve wek din diyar kir ku milyonek û 460 hezar penaberên herêmên din ên Iraqê li Herêma Kurdistanê hene. Evan jî ji rojava û başûr koçî herêmê kiriye.