Ji ber ku hikûmeta navendî ya Iraqê miaşê karmendên Herêma Kurdistana Iraqê nade û li herêmê pevçûn heye, di Eyda Qurbanê de yên ku bi heywandariyê re eleqedar dibin nikarin malên xwe bifiroşin.
Ev nêzî 9 mehan e hikûmeta navendî ya Iraqê budçeya Herêma Kurdistanê nade û şerê ku di 6ê hezîranê de dest pê kir zirareke mezin li aboriya herêmê xist. Ev rewş ji xeynî sûk û bazan, di bazara heywanan de jî ya ku li ser rêya Guwer û Hewlêrê hatiye avakirin jî xuya dibe.
Heywandar destnîşan dikin ku li gor sala par ji sedî 60 di firotinê de kêmasî heye.
Tewfîq Mihemedê ku heywanên xwe ji bo firotinê aniye bazarê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber nedayîna miaşan û pevçûnan di firotina heywanan de kêmbûn heye.
Mihemed diyar kir ku ji Sûriyeyê bi erzanî heywan tînin herêmê û wiha axivî: "Ji ber vê jî em li Kurdistanê nikarin heywanên xwe bifiroşin. Heywanên ku ji Sûriyeyê tên erzan tên firotin. Ji ber pevçûnan jî bihayê heywanan ket. Divê hikûmet dest bavêje vê meseleyê."
Mihsîn Sadiq jî destnîşan kir ku ji xeynî qeyrana aboriyê ya li Kurdistanê ji derva heywan tên û ev jî bandoreke neyînî li ser bazara heywanan çêdike.
Li Hewlêrê bihayê dewaran di navbera hezar û 500 û 2 hezar dolarî de diguhere, bihayê pêz jî di navbera 220 û 250 dolarî de tê firotin.