Salih Okuroğlu
18 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2023
Li herêma Ladaxê ya li bakurê Hindistanê bi mezinahiya 5,7an erdhej çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand, navenda lerza erdheja mezinahiya wê 5,7 e, 30 kîlometre rojavayê başûrê herêma Padûmê ya Ladaxê ye.
Ji ber erdheja ku 36,3 kîlometre di kûrahiyê da çêbû, li gorî encamên destpêkê ziyaneke madî û canî çênebû.
Ji aliyekî din va Navenda Sîsmolojiya Neteweyî ya Hindistanê (NCS) mezinahiya erdhejê wekî 5,5an ragihand û diyar kir ku navenda lerzê jî Kargîla dikeve nav sînorên Ladaxê ye.