Haydar Şahin
16 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2020
Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 895 kes mirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat diyarkirin ku li welêt bi mirina 895 kesên din va hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 112 hezar û 161ê.
Li Hindisanê di 24 saetên dawîn da 63 hezar û 371 pêketiyên din hat tesbîtkirin û hejmara pêketiyan gihîşte 7 milyon û 370 hezar û 468 kesan.
Li welêt hetanî niha 6 milyon û 453 hezar û 779 pêketî pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Li gor daneyên "Worldometer"a agahiyên Kovîd-19ê berhev dike li gor hejmara pêketiyan Hindistana li dinyayê di rêza 2yan da ye.