09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2015
Nîqaşên di navbera 5 partiyên mezin ên li ser raye û hilbijartina seroktiya Herêma Kurdistana Iraqê dewam dikin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku serokatiya wê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike ji ber ku mijareke siyasî dixe mijareke civakî û kaosê derdixe Goranê sûcdar dike. Goran jî dibêje ku yê di helwesta xwe da israrker be.
PDK, YNK, Tevgera Goranê, Yekgirtu û Komela 5 partiyên mezin ên HKIyê dUH li Silêmaniyê civiyan û li ser raye û hilbijartina serokatiyê axivîn lê belê negihîştin encamekê.
Ji ber ku di civînê da lihevkirin pêk nehat çalakvanan protesto li dar xistin, rêyên Silêmaniyê ji trafîkê ra girtin, lastîk şewitandin û kevir avêtin û tiştên avêtin li hêzên ewlekariyê û rojnamevanan ketin. Çalakvanan xwest ku têkevin otêla ku lê civîn tê kirin, li ser vê di navbera wan û hêzên ewlekariyê da ragêşî derket.
Dema ku ev bûyer li Silêmaniyê dibûn û Hewlêr û Dihoka ku bajarên herî qerebalix in sikunet hebû.
PDKyê îdia kir ku çalakiyên li Silêmaniyê Goranê organîze kir da ku mijara hilbijartina serokatiyê têxe mijareke civakî.
Parlementerê PDKyê Heyat Mecîd di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya partiya xwe hat weşandin da wiha got: "Goran dixebite ku li welêt tevliheviyê derxe. Yên ku çalakiyên li Silêmaniyê organîze kirin û difîtînin gel rayedarên Goranê ne."
Mecîd di daxuyaniya xwe da eşkere kir ku Herêma Kurdistanê ji aliyê aboriyê û aliyê leşkeriyê va ji demeke zor derbas dibe û wiha pê da çû: "Eleqeya pirsgirêkên aborî û leşkeriyê bi pirsgirêka serokatiyê ra tune. Goran dixwaze ku hemû pirsgirêka bi mijara seroktiyê ra eleqedar bike. Goran partiyeke di nav hikûmetê da ye. Qasî parlementerên PDKyê parlementerê wan jî hene. Lêbelê her tim bi hişmendiya mixalefetê dikevin nav tevgeran. Dixwaze ku gel derxe kuçeyan û di hilbijartinên ku bên kirin da ji nika zêdetir reyan bistîne."
Mecîd got ku siyasetmedarên ji Goranê bi awayê sivîl tevlî çalakiyan dibin û hewl didin ku rewşeke kaotîk derkeve holê û wiha axivî: "YNK, Goran, Yegirtu û Komelê di parlementoyê da jî helwesteke erênî nîşan nedan. Karê ku evana dikin bi tevahî polîtîk e."
Parlementero Goranê Bahar Mehmûd diyar kir ku ji bo çareserkirina mijara raye û hilbijartina serokatiyê zehf tawîz dan û wiha got: "Lêbelê PDKyê tu tawîz neda û gavek jî paşda neavêt. Em razî bûn ku rayeyên serok bên kêmkirin û bi destê gel bê hilbijartin. Me got em dikarin biaxivin ku Barzanî 2 salan dîsa bibe serok. PDKyê tu teklîfeke me qebûl nekir û di ser da jî got ewê bi ya me be."
Mehmûd got heta 20ê cotmehê heke çareseriyek neyê dîtin ew ê mijarê bibin parlementoyê û li wê derê bi piraniya parlementoyê va qanûna serokatiyê biguherînin.
Berpirsiyarê Karên Derva yê YNKyê Sadî Pîre jî destnîşan kir ku çalakî ji bo xizmet û mehaneyê tên kirin û wiha got: "Em piştgiriyê didin daxwazên gelê xwe. Divê hikûmet di demeke kin da mehaneya welatiyên me bidê û guh bide banga wan."