Abdullah Tel
02 Gulan 2020•Rojanekirin: 03 Gulan 2020
Dahata Iraqê ya ji îxrackirina neftê ji ber daketina bihaya neftê ya di qada navneteweyî da di meha Nîsanê da ji nêvî nêvî kêm bû.
Wezareta Neftê ya Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku rêveberiya Bexdayê di meha Nîsanê da bi tevahî 103 milyon û 144 hezar warîl neft îxrac kir û jê milyar 423 milyon dolar qezenc kir.
Hat gotin ku warîleke neftê kêm zêde bi 14 dolarî hat firotin.
Wezaretê di daneyên meha Adarê parve kiribû da ragihandibû ku 105 milyon warîl neft hatiye îxrackirin û jê 2 milyar û 962 milyon dolar hatiye qezenckirin.
Di meha Adarê da warîla neftê kêm zêde bi 28 dolarî hatibû firotin.
Dema daneyên dahata ji îxrackirina neftê yên meha Adar û Nîsanê tên muqayesekirin tê dîtin ku qezenca Iraqê ya aboriya wê ji sedî 90 girêdayî îxrackirina neftê ye ji nêvî nêvî daketiye.