Türkan Tosun
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
SILÊMANIYE
Ji ber ku tesîra erdheja li Kirmanşaha eyaleta Îranê ya bi lerza 6,4 çêbûbû gihîşte Iraqê jî gel tirsiya, hinekan xwe ji jorê avêtin erdê û 2 kes mirin.
Berpirsyarê Ofîsa Karên Mirovî yê Silêmaniyeyê Bestun Jaleyî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand tesîra erdheja Îranê li Kelara navçeya Silêmaniyeyê jî çêbûye, ji ber vê 2 kes mirine û 50 kes jî birîndar bûne.
Jaleyî got yên ji ber tirs û xofê nexweş ketine an jî xwe ji jor va avêtine erdê û birîndar bûne ji jin ûzarokan pêk tên.
Jaleyî anî ziman ji birîndaran qismek hatine taburcîkirin.
Navenda Sîsmolojiyê ya Enstîtûya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê daxuyandibû erdheja li Serpol Zehaba li ser Kirmanşahê bi saeta herêmî di saet 20.07an da bi lerza 6,4 çêbûye.
Navendê daxuyandibû erdhej 7 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.
Di Mijdara 2017an da jî dîsa li Kirmanşahê erdhej çêbûbû û piştî wê tesîra erdhejê li Iraqê jî çêbûbû û hin kes miribûn.