Wezîrê Wezareta Pêşmergeyan HKIyê Mustefa Seyîd Kadîr got ku di sala dawîn de di operasyonên hêzên pêşmerge û êrîşên hewayî de ji 14 hezarî zêdetir milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Kadîr, daxuyanî da AAyê û wiha got: "Di tekoşîna dijî DAEŞê de hezar û 212 pêşmerge şehîd ketin. Hêjmara birîndaran jî derket 7 hezarî. Ji aliyê din ve li gor agahiyên ku hêzên koalîsyonê dane me, di operasyonên hêzên pêşmerge û êrîşên hewayî de ji 14 hezarî zêdetir milîtanên DAEŞê hatin kuştin."
Kadîr got ku li Iraqê herêmên ku kurd lê dijîn ji sedî 95 ji DAEŞê hat xelaskirin û wiha dewam kir: "Me DAEŞê ji nav axa xwe derxist lê xetere hêj dewam dike. Di êrîşên DAEŞê de hêzên pêşmergeyan serfiraz bûn. Bi taybetî jî şerên li herêma Şengala Musilê bênavber dewam dike."
Wezîrê Wezareta Pêşmerge Mustafa Seyîd Kadîr derbarê amadehiyên opersayona Musilê de jî wiha axivî: "Di navbera hukûmata Iraqê, hêzên koalîsyon û Herêma Kurdistanê de komîteya amadiyê hat avakirin. Divê şert û merc baş bê nirxandin û planeke baş bê amadekirin. Ji bo ku operasyon bi sefirazî bêkirin, divê rewş baş bê nirxandin."
Kadîr ragihand ku dê pêşmerge jî bêşdarî operasyona Musilê bibe, lê 'wê çewa û bi çi awayiyê bibe?' hê ne diyar e.