Türkan Tosun
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
BEXDA
Li Iraqê di 12ê gulanê de hilbijartinên giştî wê bên kirin. Ji çar parên hilbijêran sê paran qeyda xwe kir, lê welatiyên ku li dervayî welêt dijîn eleqeyeke kêm nîşanî hilbijartinan didin.
Endamê Komîsertiya Hilbijartina Bilind a Xweser a Iraqê Seîd Hemdî Kakeyî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li giştiyê welêt 24 milyon û 333 hezar hilbijêr hene, ji van ji sedî 75ê wan kartên xwe yên hilbijartinê hildaye.
Kakeyî got piştî DEAŞa rêxistina terorê li hin herêman gelek cih û war hilweşiyane, rewşa hawirdor xirab e lê dîsa jî welatî serî li navendên hilbijartinê didin ku qeyda xwe bikin û kartên xwe yên hilbijartinê hildin.
- Welatiyên li dervayî welêt dijîn eleqeyeke kêm nîşanî hilbijartinan didin
Kakeyî behsa rewşa welatiyên ku li dervayî welêt dijîn jî kir û wiha axivî: "Di hilbijartinên 2014an de 420 hezar kesên ku li dervayî welêt dijîn ray dabûn. Ji bo van hilbijartinan me li 13 welatan navendên hilbijartinê vekir, lê kêm kes serî lê didin. Me li ser înternetê jî serlêdan da destpêkirin, lê li vir jî heta niha 35 hezar hilbijêran serî lê daye."
Ji bo welatîyên Iraqê yên li Tirkiyeyê jî Kakeyî got ew amadehiyan dikin û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê penaber jî di nav de qasî 300 hezarî welatiyên me hene. Ji ber vê me li wir çend navendên hilbijartinê vekir."
- Tirkî baş dizane
Der barê encamên hilbijartiê de Kakeyî got di nav 24 saetan de encam wê bên eşkerekirin, di nav du hefteyan de jî ewê encamên fermî eşkere bikin.
Seîd Hemdî Kakeyiyê ku eslê xwe Kurd e, zimanê Tirkî baş dizane û pirsa der barê vê mijarê de jî wiha bersivand: "Ez salekê li Tirkiyeyê mam. Ez li wir Tirkî hîn bûm. Ji ber ku ez ji Kerkûkê me ez Tirkmenkî jî dizanim."