Haydar Karaalp
23 Sibat 2026•Rojanekirin: 23 Sibat 2026
Li Kerkûkê, êrîşa biçek birin ser mala Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Gulsel Muhammed.
Hat ragihandin kesên nasnameya wan nediyar êrîş birin ser mala Parlementerê ETI Muhammed, di bûyerê da kes nemir û birîndar nebû.
Serokê ETIyê Muhammed Seman Aga li dijî êrîşê daxuyanî da û êrîş bi tundî şermezar kir û wiha got:
"Ev êrîş li dijî îstiqrar û ewlehiya Kerkûkê bû, bi eşkereyî hiqûq îhlal kirin." Aga, bang li meqamên ewlehiyê yên eleqedar kir ku bilez dest bi lêpirsîneke şefaf bikin, failên bûyerê derxin holê û radestî edaletê bikin.