HEWLÊR
Referanduma serxwebûnê ya Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê dixwaze di 25ê Îlonê da bê çêkirin li tevahiya Iraqê piştgiriya hewce dike nabîne û hin partiyên siyasî yên kurdan jî mixalefetê dikin û li hember derdikevin.
Herêma Kurdistanê dixwaze referandumê bi biryareke yeaklî çêke û di serî da hikûmeta navendî ya Iraqê tirkmenên li Kerkûkê û xiristiyan û erebên li Mûsilê bi tundî li hember referandumê derdikevin. Li Herêma Kurdistanê Tevgera Goranê ya serkêşiya mixalefetê dike û Partiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (Komel) ji ber ku konsensuseke xurt tuneye û biryar ji meclisê derneketiye dibêjin çêkirina referandumê maqûl nîne.
- Helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê di 25ê tîrmehê da di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da helwesta hikûmetê ya dijî referandumê eşkere kiribû û destnîşan kiribû ku referandum li dijî destûra bingehîn e.
Ebadî destnîşan kiribû siyanetê nîşanî kurdan û hemû gelên Iraqê didin û wiha gotibû: "Lê di destûrê da mafê biryara referandumê ya yekalî û cihêbûnê tuneye. Referanduma Herêma Kurdistanê qanûnî nîne û em ê nas nekin."
- Helwesta şiiyan
Tevgera Sedr ya li Iraqê ji komên mezin ên şiiyan e li hember çêkirina referandumê derdikeve.
Muqteda es-Sedrê serokê Tevgera Sedr destnîşan dike ku ji bo taloqkirina referandumê bi rayedarên kurd ra axiviye û dibêje divê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê da bi diyalogê bên çareserkirin.
Ammar el-Hekîmê ku serkirdeyê Cereyana Hikmeta Neteweyî û yek ji navdarên şîeyan e jî got ku referandumê herêmê perçe bike. Hekîm meha borî daxuyanî dabû û li ser yekîtiya welêt sekinîbû û referandum wek gava perçebûnê nîşan dabû.
Alîkarê Serokomarê Iraqê û serkirdeyekî şîe yê din jî Iyad Ellawî ye ku dibêje referandum li dijî destûra bingehîn e.
Ellawî der heqê referandumê da li ser medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "Kurd ji bo ku veqetin referandum neqandin, lê qet nebe divê vê gavê ji rojeva xwe ya siyasî derxin."
Serokê Partiya dozê û Alîkarê Serokomar Nûrî el-Malikî jî got ku dibe ku referandum were kirin, lê li gor destûra bingehîn û hiqûqê ne pêkan e ku kurd ji Iraqê veqetin.
- Helwesta sunniyan
Sunnî li dijî referandumê nînin, lê li Kerkûk û Mûsilê kirina referandumê bi talûke dibînin.
Usame Nuceyfiyê ji serokên sunniyan û Alîkarê Serokomarê Iraqê jî ji bo referandumê li ser peymana navbera Hewlêr û Bexdayê sekinîbû û gotibû ku heke referandum li Kerkûkê were kirin wê talûkeyê bi xwe ra bîne.
Waliyê Mûsil yê berê û Fermandarê Mihafizên Nînovayê Esîl Nuceyfî der heqê referanduma ku wê li Mûsilê herêmên ku kurd lê zêde ne were kirin da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Li Mûsilê jixwe têra xwe şer û pevçûna siyasî heye. Divê ev agirê şer bi referandumê va gurtir nebe. Ji ber vê yekê jî ew dixwazin li wilayeta Mûsilê referandum neyê kirin."
Selîm Cubûriyê siyasetmedarê sunnî yê girîng û Serokê Meclisa Iraqê jî der barê plana "referanduma serxwebûnê" ya HKIyê da got, "Em li dijî referanduma wîlayetan dernakevin lêbelê dibê ev li gor destûra bingehîn bê kirin. Projeyeke ku ji bo parçekirina Iraqê hatibe amadekirin tu carê nayê qebûlkirin."
- Tirkmen û erebên li Kerkûkê ew ê referandumê boykot bikin
Tirkmen û erebên li Kerkûka di nav herêmên ku li ser nîqaş hene da cî digrin bertek nîşanî biryara referandumê dan û diyar kirin ku ew ê referandumê boykot bikin.
Serokê Tirkmeneliyê Riyaz Sarikaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Em ê wek partiyên siyasî ên tirkmenan referanduma li berevajiyê destûra bingehîn e boykot bikin."
Erebên li Kerkûkê jî gotin ku ew ê wek tirkmenan referandumê boykot bikin.
Xalid Mafraciyê parlementerê Kerkûkê yê ereb daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Em ê referanduma yekalî ya ku ew ê li Kerkûkê û HKIyê bibe sedema pirsgirêkan red bikin û boykot bikin."
- "Xiristiyan: "Em zexta referandumê qebûl nakin"
Hin xiristiyanên li Tilkeyf û Hemdaniyeya herêmên li rojhilatê Mûsilê ya ku di nav ciyên li ser nîqaş hene da ye jî ji bo referandumê bertekê nîşan didin.
Tevgera Babilyonê ya ku ji bo xiristiyanan ji DEAŞê xilas bike hat avakirin jî di daxuyaniya xwe ya 3yê tebaxê da wiha got: "Kurdê di 25ê Îlonê da herin referandumê û qedera xwe tayîn bikin em rêzê nîşanî vê didin lêbelê ku zexta vê referandumê bi gelên li Deşta Nîovayê bidin kirin jî ev tu carê nayê qebûkirin."
Serokê Partiya Komela Îslamî Elî Bapîr daxuyaniyek beriya du rojan daxuyaniyek dabû û wiha gotibû:
"Mixabin referanduma ku behs dikin, sedem çiye bile bibe niha di çarçoveyeke hizbî û şexsî da ye. Ji ber vê li gorî min referandumê zirareke mezin dîtiye û muhtemel e wê têk biçe."
Bapîr got ku beriya referandumê lazime meclis vebe û hemû partiyên siyasî bên bal hev. Bapîr got ku ew li hem Silêmaniyeyê hem jî li Hewlêrê bi hêz in û wiha dewam kir:
"Eger em bixwazin bibin dewleteke serbixwe, divê em partiyên dev ji nîqaş û şerên navbera xwe berdin û di demeke kin de ji bên bal hev."
- Tevgera 'Na'yê: "Referandum kêrî gel nayê"
Li bajarê Silêmaniyeyê komeke ku rojnamevan, siyasetmedar û aktîvîst jî di nav de hene kampanyaye "Niha ji referandumê ra niha na" dan destpêkirin.
Karsaz Rabûn Merûfê berdevkê tevgera ku serkêşiya wê Şasîwar Evdilwahidê xwediyê kanala NRT TVyê dikşîne jî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de wiha got: "Ev referandum ji bo avakirina dewleteke adil û demokratîk ne gaveke serxwebûnê ye, berevajî vê ev xeletiyeke dîrokî û pir bi taluke ye. Referandum wê bibe sedema tesfiyekirina armancên ku behsa wan tê kirin û ewê perçebûnê zêdetir bike. Wê alîkariya doza gelê me ya ku mafdar in neke, ewê bibe sedema windakirina piştgiriya herêmî û navneteweyî."
- Yên ku piştgiriyê didin referandumê
PDKya ku serkêşiya wê Barzanî dike û li bajarên Duhok û Hewlêrê serdest e, serkêşiya referandumê dike.
Goran, Komel û aliyên siyasî yên li Iraqê dijî referandumê ne, lê Barzanî di hemû hevdîtinên xwe de dibêje ku ewê referandumê taloq nekin.
Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ku serkêşiya wê Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî dike jî ji bo ku têkiliya xwe bi PDK û Goranê re xirab neke, der barê referandumê de tevgereke eşkere nîşan nade.
YNK dibêje ji bo referandumeke xurt divê meclis bikeve rewacê, lê ji aliyê din jî Ferhad Sengaviyê Parlamenterê Silêmaniyeyê ya Meclisa HKIyê ji ber ku piştgirî da kampanyayeke dijî referandumê ji partiyê îxrac kir.
Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) jî li dijî referandumê dernakeve, lê dibêje ji bo referandumeke serkeftî divê meclis bikeve rewacê û partiyên siyasî bên bal hev.
news_share_descriptionsubscription_contact
