BEXDA
Hat ragihandin ku berpirsiyariya êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya ku li Bexdaya paytexta Iraqê li cihekî bazarê qewimî, rêxistina terorê DAEŞê hilda ser stûyê xwe.
Di daxuyaniya ku bi îmzeya "Wilayeta Bexdayê" ve li ser malperên medyaya civakî yên nêzîkê DAEŞê belav kirin de hat diyarkirin ku mensûbên DAEŞê hêzên artêşa Iraqê û milîsên Şîe kirin hedefa xwe û tireke bombebarkirî birin Sadra li rojhilatê Bexdayê.
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku di bûyerê de 90 kes mirin û herî kêm 200 kes jî birîndar bûn û herwisa di daxuyaniyê de gefa dewamkirina êrîşên bi vî rengî hat xwarin.
Li Sadra girêdayî Bexdayê ya ku lê zêdetir Şîe dijîn, tireke bombebarkirî li cihê bazarê dabûn teqandin û di êrîşê de 45 kes miribû û 105 kes jî birîndar bibû.