Sabri Kesen
27 Gulan 2025•Rojanekirin: 28 Gulan 2025
Bi sed hezaran hecî li Mekeyê li hêviya cîbicîkirina îbadeta hecê ne. Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê ra gelek kesên din ên ku ji Medîneyê û Ewropayê hatin jî li wan zêde bûn û li Mizgefta Heremê qerebalixî zêde bû.
Namzêdên hecîtiyê ku her saetên roj û şevên wan têr û tije derbas dibe, piranî wextên xwe li Mizgefta Heremê derbas dikin.
Namzêdên hecîtiyê ji bo têkevin qata Kabe lê ye, beriya bi saetan cihê xwe digirin û di dema navbera nimêjên demê da car bi car tewafê dikin û Qurana Pîroz dixwînin.
Namzêdên ku dikevin nava atmosfera menewî ya Kabeyê, bi xwendina duayan tewaf û se'ya xwe dikin û li Mizgefta Heremê wextê xwe bi îbadetê derbas dikin.