24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
ÎDLIB
Li Îdliba bakurê Sûriyeyê li kampa penaberan a Atmeya ku nêzî sînorê Tirkiyeyê ye navenda tenduristiya jinan a ewil vebû, navendê ji bo kampên derdorê jî wê xizmetê bike.
Di navenda tenduristiya jinan a li gundê Atmeya hemberî Reyhanliya navçeya Hatayê dikeve da wê ji bo nexweşiyên jinan xizmet bê dayîn. Li navendê ji bo beriya ducanîtî û piştî welidînê jî wê xizmetê hebin.
Mehmet Cihat Aygunê endamê lijneya rêveberiya Yekîtiya Doxtorên Navneteweyî (AID) ya navend Stenbol e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Li konbajar û kampên din navendeke tenduristiyê ya ku ji bo jinan xizmetê bide tunebû. Ji ber vê kêmasiyê jî me navendeke tenduristiyê ya ji bo di xizmeta jinan da be vekir. Jinên bên navendê wê ji hêla ekîbên me yên pispor va bên mueyenekirin. Di heman demê da beriya ducanîtiyê û piştî welidînê jî bi pergal wê jin bên agahdarkirin.
Li kampên li nêzî sînor bi qasî 490 hezar jin dijîn.
Tê plankirin ku navendê ewil ji bo 3 hezar û 500 jinên rewşa wan xedar e xizmetê bike.