05 Adar 2019•Rojanekirin: 06 Adar 2019
Kontrolkerên Îdareya Bacê ya Kanadayê Weqfa Çanda Anadoluyê ku yek ji weqfên paravan ên Kanadayê yên PKKya rêxistina terorê ye, kontrol kirin û derket holê ku weqfê ji rêxistinê ra pere şandiye.
Navenda weqfê li Torontoya bajarê Kanadayê ye û ji sala 2011an vir va bi statuya "saziya xêrê" va ji gel pere berhev kiriye. Kontrolkerên Îdareya Bacê ya Kanadayê (CRA) çend roj berê weqif kontrol kirin. Kontrolkeran piştî kontrolkirinê raporek amade kir û li gor raporê "weqfê ji perê seba alîkariya jin û zarokên sivîl, bêmal, birçî û mihtac ên li Sûriyeyê berhev kiriye" 160 hezar dolarê Kanadayê (653 hezar TL) ji PKKya rêxistina terorê ra şandiye.
Di raporê da wiha hat gotin, "PKK li Kanadayê jî di nav lîsteya rêxistinên terorê da ye, ji ber vê yekê jî çavkaniyên rêxistinê ji bo piştgiriya xebatên siyasî yên PKKyê nikarin werin xebitandin."
Li gor rapora CRAyê Weqfa Çanda Anadoluyê eşkere piştgiriyê dide PKK an jî komên ku têkiliya wan PKKyê ra heye û statuya "saziya xêrê" ya weqfê jî hat betalkirin. Li gor vê weqif wê êdî nikaribe pere an jî hîbeyan berhev bike.
Di analîza raporê da seba Weqfa Çanda Anadoluyê wiha hat gotin: "Ji bo fînansekirina xebatên komên ku bi PKKyê ra têkildar in, saziyeke qeydkirî ye."
Li Kanadayê Toronto di serî da li gelek bajaran gelek komele, weqif û navendên civakî piştgiriyê didin PKKya rêxistina terorê û YPGya şaxa wê.
Rapora CRAyê ku ji 110 rûpelan pêk tê, li ser lînka "https://www.scribd.com/document/401065466/Anatolia-Cultural-Foundation"ê hat parvekirin.